Xezala min, delala min konê bavê te çît e Xezala min delala min kon girêda bi şirît e Xezala min delala min tu rabe weris bîne Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne Were ba min bi min re bikene li nav kona kes nîne
Xezalê delalê wek sitêrkê li ezmana Mala barkir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana
Xezala min delala min evîn xweş e bi du dila Evîna me şan û şîn be bi bilûra şivana
Xezalê delalê were can lê hê lê can Xezalê delalê were can Evîn xweş e li zozanan li ber qiraxê çeman Evîn xweş e li zozanan lê Deşta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê Destê xwe bide min tu em biçin tev Şerefdînê