Gulek wundaye nav darên bilind Çûkek ber danî Pirsa xwe jê kir Çima tu li jêrî tu mayî li bin Ev darên mezin rê li te girtine Ava te vedixwin ronîji te dibin Ger tu bimînî jar û lî vir winda Wê rojek bê te reng ji te bibin Nav vê deviyê pir mabûn bê hêz Lê her bilind dibûn û cihê xwe girtin Tu jî weke wan bejna xwe hilde Ta ku stêrk û roj ber xwe bikevin De îro rabe ey gula sîrîn Bi hêz û bi zor. Her biçe berjor.