Derdî dûrî... Derdî dûrî kustimî Derdî wisyarî û sebûrî kustimî Yadî yaran û welat im roj û sew Lê heram kirdim qerar û xurd û xew Xem rewenêk lêre min nakem hedî Çon pena bo mey nebim. saqî! ÃSdîl! Nabînim xak û welat û sarî xom Nabînim nasya û dost û yarî xom Rû le her laye dekem, namo ye bom Nabînim cêjwan û kewne lanî xom Sew dekêsim, sew nexûnî û bê xewî Roj deçêjim derd û daxî bê ewî